ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- TJK-E'yê bang li OPCW kir ku erka xwe ya însanî, hiqûqî û gerdûnî tavilê bi cih bîne û destnîşan kir ku wê li Den Haagê bin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "1'ê Mijdarê divê jin, ciwan, gel û dostên me neçin dibistanê û kar, jiyanê bisekinînin û tevlî çalakiyê bibin."
- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku sivîlên ji ber êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî birîndar dibin bi rengekî veşartî li nexweşxaneyan têne dermankirin û bang li PDK'ê kir ku "sûcên dijmin nenixumîne."
-Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê Evîn Swêd bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê û got, "Şerekî mezin li pêşiya me ye. Divê her kes xwe ji vî şerî re amade bike, ji bo nebin qurban."
- Nobeda Edaletê ya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar sibe dikeve roja 600'î. Ferît Şenyaşar got, "Li Tirkiyeyê edalet nîne. Dadgerî bi rengekî adîl tevnagere. Dixwaze me bêzar bike. Edalet ji bo her kesî pêwîst e."
- Koma Şano ya Çiyê li ser çîroka Evdalê Zeynikê lîstikek amade kir. Lîstikvanên Kurd, Ereb û Brezîlyayî tevlî şanoyê bûn.
- Dersên hilbijartî yên bi Kurdî, ku hikumeta AKP-MHP'ê beriya bi du salan pê pesnê xwe dida, li Wanê ji ber astengiyên hikumeta AKP-MHP'ê bi cih nayên anîn. Li şûna dersên Kurdî li dibistanan dersên olî li ser xwendekaran têne ferzkirin.