ROJEVA 28'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Di ser şehadeta fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an şehadeta Mahsûm Korkmaz re 36 sal derbas bûn. Gelê Kurd ew bi 'Egîd'î nas kir û navê xwe li rûpelên berxwedanê nivîsî.
- Serhildana Amedê ya 2006'an ku bi 'kevirê yekemîn' dest pê kir, di serî de li Amedê li her bihosta Kurdistanê, li dijî bêhiqûqiya faşîzma AKP'ê gihîşt armanca xwe û bû yek ji serdemên herî girîng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd.
- Şêwirmendê Ragihandinê Elî Elfacî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Bêdengiya li pêşberî bombardûmana dewleta Tirk ji bo hikumeta Iraqê şermeke mezin e."
- Ji beşdarên Konferansa Enternasyonal a Rojava Têkoşer Lewend ê Spanî anî ziman ku Rojava xewn nîne, lê rastî ye û got, "Şoreş pêkane û em dikarin bi hev re xwe bigihînin cîhaneke nû."
- Malbatên Şehîdan ên Rojavayî nerazîbûn nîşan dan ku saleke agahî ji Îmraliyê nayê girtin û gotin, "Heta ku agahiyê werbigirin em ê li qadan bin û çalakiyên xwe dewam bikin."