ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Şervana YPJ’ê Amara Herdem got: "Axa me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê wêrankirin. Ji bo vê yekê divê keç û xortên me tevlî şoreşê bibin û hesab ji dagirkeriyê bipirsin."

- Endamên şandeya jinan ku beriya çend rojan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Spanyayê û herêmên Katalonya û Baskê kir, li ser vê serdanê ji ANF'ê re axivîn.

- Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin û her hefte bi komeke cuda dewam dike, vê hefteyê bi koma NCDK-Cenevreyê didome.

- Ahmet ku di dema karê ciwanan de hate girtin, piştî ku hate berdan ji birayê xwe Delîl re got ku wê tevlî gerîla bibe. Lê belê Ahmet jî biryara tevlîbûnê daye. Ji hev re dibêjin, "Destpêkê divê ez tevlî bibim" û dawiya dawî bi hev re tevlî dibin.

- Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, diyar kir ku dema têkoşîna Kurd bi pêş ve çû, eşîretperestî û olperestî mîna amûrekê bi zanebûn li dij têne bikaranîn.

- Fatma Temel ku hewl dide çanda deqê ya bi hezaran salan biparêze, wiha dibêje, "Ez dixwazim çanda deqê dewam bikim û bigihînim nifşên nû."