ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Hevseroka berê ya TEV-DEM'ê têkilî kampanyaya îmzeyan ku Înisîyatîfa Gel a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê beriya bi 2 mehan dayî destpêkirin, got, ''Gel PKK'ê weke vîna xwe, nûnerê xwe, hêza berevaniyê ya xwe dibînin.''
-Parêzer Kolûman anî ziman ku pêwîst e hemû saziyên Elewiyan li dijî pergala ku Elewiyan marjînal û asîmîle dike bên cem hev û belgeyeke helwestê biweşînin. Kolûman got ku ew dikarin bi her kesê ku li gorî vê belgeya helwestê nêzîk bibin re tevbigerin.