ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala wate û armancên êrişa 17'ê Nîsanê kir û got, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wê li Zapê hilweşe. Kalkan bang li her kesî kir ku li dijî faşîzmê çalakiyan bikin.
- Şêniyên Minbicê gotin, dewleta Tirk êrişî projeya neteweya demokratîk û gelên herêmê dike û diyar kirin ku wê li dora Rêveberiya Xweser bicivin.
- Ji neviyên Şêx Seîd Diyadîn Firat destnîşan kir ku kiryarên PDK'ê yên rê dide dewleta Tirk, nayên qebûlkirin û got, ev şer divê bê rawestandin.
- Çalakgerên Nobeda Azadiyê bang li gelê Kurd û dostan kirin ku li dijî tecrîd, dagirkerî û hevkariya bi dijmin re, têkoşînê mezin bikin.
- FCDK-KAWA ji bo meşa navendî ku wê li dijî dagirkeriyê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
- Ciwanê Mexmûrê Medenî Îlhan bi projeyên xwe yên ekolojî û çandiniyê dixwaze ji bo xelkê Mexmûr û ciwanan bibe rêyek lêvegera li çanda ekolojî û xwezayê.