ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu ku di Komkujiya Roboskî de bira û xizmên xwe ji dest da, diyar kir ku êşa wan qet kêm nebûye û got, "Bêcezahiştin bûye rêbazeke rêveberiyê. Divê ev mejiyê riziyayî ji vê xakê bê qewirandin."
- Ji rojnivîska gerîlayê HPG'ê şehîd Erdal Nû, Komkujiya Roboskî: Dewleta ku li Zîlanê, Dersimê, Agiriyê komkujî kir li Roboskî jî bi heman rêbazî tevgeriya. Lê belê hesabê gerîlayên azadiyê nekir ku wê tola Roboskî hilînin.
- Li ser astengiyên Festîvala 5’an a Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî Çêkerê Fîlma ‘Dirîreşkan’ Serhat Hulaku anî ziman ku astengî wê bandorê li wan neke, ji bo wan xelate herî mezin, ew e ku gel li fîlma wan temaşe bike.
- Rêjîma Sûriyeyê careke din siyaseta tengkirin û dorpêçkirinê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk tîne û ev yek jî krîzên mirovî û aborî girantir dike.
- Sala 2021'ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13 sivîl hatin qetilkirin ku 5 jê zarok bûn. Her wiha 27 sivîl jî birîndar bûn.