ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Tê gotin, artêşa Tirk wê bi hevkariya PDK'ê di 15'ê Nîsanê de dest bi êrişa li ser gerîlayên HPG'ê bike. Çavkaniyekî xwecihî ji ANF'ê re ragihand, piştî provokasyonên PDK'ê wê artêşa Tirk li herêma Kanîmasî dest bi êrişa dagirkeriyê bike.
- Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen diyar kir ku DAÎŞ çavkanî û piştgiriyê bi temamî ji dewleta Tirk digire û got, "Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî wan perwerde, bi rêxistin dike û dişîne."
- Zeryan Berxwedan destnîşan kir ku Konferansa Enternasyonal a Rojava ji bo wê tiştekî nû ye û got, "Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê."
- Nivîskarên ji bajarê Kerkûkê gotin, "Hêzên dagirker ên Tirk, dema ku digihêjin Efrînê û dagir dikin, yekem karê ku dikin şkandina peykerê Kawa ye. Ji ber ku êrişa li ser Kawayê Hesinkar êrişa li ser nirxên şoreşê ye."
- Wêrekiya rahîbeya ciwan Febronîa û sekna wê ya li dijî êşkenceyê her tim tê vegotin. Li manastira li gundê Hîmo yê Qamişloyê ji bo wê dua tê kirin.