ROJEVA 26'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyaniyên rayedarên Swêdî Oscar Stemsorn da, ku PKK'ê bi derdorên krîmînal re têkildar dike.

- Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul li ber polîtîkayên dewleta Tirk rabû ku herêmên erdhejê ji mirovan xalî dike û got, "Felaketa esasî AKP bi xwe ye. Divê gelê me xwedî li paşeroja xwe derkeve."

- Hevserokê Wanê yê Partiya Kesk Çep Veysî Dîlekçî ku xwe li navend û 5 navçeyên Wanê bi rêxistin kiriye, diyar kir ku baldariya gel hêzê dide wan û got, "Em ê pêvajoyê bê, hîn bi xurtî pêşwazî bikin."

- Sozên alîkariyê yên ku dewleta Tirk da mexdûrên erdhejê, hemû bûn derew. Mexdûr ji bo alîkariyê serî li saziyên dewletê didin, lê belê destvala vedigerin.

- Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar ragihand ku dewleta Tirk êrîşên bi çekên kîmyewî yên li ser çiyayên Kurdistanê dewam dike û got, "Bila dost û dijmin her kes zanibe ku xwediyên van çiyayan gerîla ne. Em ê ti carî dest ji çiyayên xwe bernedin."

- Koma şano ya zarokan ku wê li her bajarekî Rojava bê avakirin, wê li festîvalan hunera xwe nîşan bide. Zarok wê bi ziman û çanda xwe lîstikan pêşkêş bikin.