ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Akademîsyen Îsmet Konak anî ziman ku dosya Gulistan Dokû nabe ku ji polîtîkaya dîrokî ya li hemberî Dersimê cuda bê nirxandin û got, "Aqlê mêtinger pederşahî û êrişkar e."

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk diyar kir ku pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk wê têkoşîna hevpar a tevgera sosyalîst xurtir bike.

Di beşa Serhildanê ya dokûmantera "Vejîna Kurd" de qeyda deng a Rahşan Demîrel yekemcar hate weşandin ku qala armanca çalakiya xwe ya li Kadîfekaleyê ya Îzmîrê dikir.

Li Qendîlê mirovên ku bi biharê re derketin xwezayê, li ser atmosfera aştiyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bendewariyên xwe anîn ziman.

Şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.