ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku PKK tevgereke azadiyê ya civakî û neteweyî ye û got, "PKK her carê 1'ê Gulanê weke roja nirxandineke nû û geşkirina têkoşînê pênase kiriye. Vê yekê jî xizmeteke mezin li pêşketina PKK'ê kiriye."

- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, "Êrişên îmhayê yên li her devera Kurdistanê ji bo teslîmgirtina Kurdan e. Hebûna mêtingeriyê hinceta serhildanê ye. Hezkirina welat bi parastinê dibe. Divê her kes bi erka xwe rabe."

- Lîderê berê yê Partiya Karker a Îngilistanê parlamenter Jeremy Corbyn û Berdevkê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan Aştî ji Kurdistanê re Ogmundur Jonasson êrişên dewleta Tirk û hikumeta Johnson a çekan difiroşe dewleta Tirk şermezar kirin.

- Qesra Kayme ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hîn jî bi heybeta xwe balê dikişîne ser xwe.

- Jinên ji herêmên Efrîn û Qamişloyê gotin, "Em li pey gerîla ne û eger bê xwestin em ê jî şer bikin. Ji ber ku eger gerîla nebe, çar parçeyên Kurdistanê jî nîne."