ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
-Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Enternasyonal a Rojava Şoreş Ronahî diyar kir ji konferansê ew biryar derketiye, şoreşa Kurdistanê were geşkirin û li cîhanê were berbelavkirin û têkoşîna ku beriya bi 50 salî bi enternasyonalê dest pê kiriye, wê bigihijînin asta herî bilind.
-NPG’ê got, ‘’Raweste li ser gerîlatiyê, rihê êrîşê û şêwaza serkefinê, ku ev xeta hevrê Egîd e, her demê wê li ber me mînak be. Em ê her xeleka şehîdbûnê bikin sedema tolhildan û serkeftina mezin, gerîlatiya serfiraziyê bikin heqîqet.’’
-Tevgera PKK’ê partiya Newrozê ye û tekane pêşenga meşa azadiyê ya gelê Kurd e. Aşkere ye ku ev çax wê bibe ya gelê Kurd. Ji niha û pê de ti hêz wê nikaribe li pêşiya têkoşîna gelê Kurd bisekine.
-Cerdevan Faîk Dural ku ji ber sûcê êrîşa zayendî ya li ser H.D ya 16 salî hatî girtin, hate berdan. Dadgeha Tirk dosyaya cerdevanê tecawizkar bi ‘li dorê çûnûhatin’ê nirxand.
-Li navçeya Amedê Bismilê 2 zarokên Kurd ên 5 salî ji bo ku kincên Kurdî li wan bûn polîsên Tirk ew destgîr kirin, şopa tiliyên wan standin.
-Bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Şêx hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ya ku nûnertiya fikrên netewa demokratîk dike, bibin yek.
-TCŞ'ê bi çarçoweya pêngava Werin Cenga Azadiyê li banliyoyên Evry û Drancyê tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.