ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevserokê Şaxa Amedê yê OHD’ê Muhittin Muguç diyar kir ku piştî banga 27’ê Sibata 2025’an, ji ber ku amadekariyên qanûnî nehatine kirin, pêvajo ber bi nediyariyê ve diçe û muzakere hîn negihîştiye zemînekî hiqûqî yê saxlem.
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya bal kişand ser girîngiya krîtîk a bi mîsogeriyên qanûnî û şert û mercên wekhev tevlîkirina Rêber Apo wekî sermuzakerevan ji bo pêvajoyê û wiha got, "Ev pêvajo bêyî Birêz Ocalan nabe. Ev deriyê dawî yê beriya derketinê ye."
Koordînatorê SAMER’ê Yuksel Genç, derbarê piştî 6 salan vekirina dosyaya Gulîstan Doku de nirxandina "Têkiliyên hêzê yên di nav dewletê de ji nû ve ava dibin" kir û got: Hêza ku duh ji Musa Orhan re digot 'Tiştek bi min nayê', îro ji bo parêzger jî heman tişt kir.
Şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.