ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê peyamek ji gerîlayan re şand û diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê careke din li berxwedana milîtaniya Apoyî rast hat û fêhm kir ku hesabên şaş kiriye.
- Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hiço diyar kir ku Peymana 9'ê Cotmehê û dîwarê li Şengalê tê lêkirin ji bo tasfiyekirina Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ye û got, "Dixwazin Şengalê dorpêç bikin û îradeya wê bişikînin."
- Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gultekîn Koçdemîr bal kişand ser şerê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê daye destpêkirin û diyar kir ku hikumet bi argûmanên berê hewl dide desthilatdariya xwe biparêze, lê wê bi ser nekeve.
- Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mehmet Karataş got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye.