ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê li ser pîrozbahiyên Newrozê daxuyanî da û got, "Newroza îsal bû Newroza serketinê. Weke 'Newrozeke Rêbertî' derbas bû. Gel û dostên me bi rengekî eşkere nîşan dan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê heta dawiyê têbikoşin."

- Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl got, "Eger tê xwestin ku ji çeteyên DAÎŞ'ê bê rizgarkirin, divê sînor ji dewleta Tirk re bê danîn. Heta ku desthilatdariya AKP-MHP hebe wê DAÎŞ mezin bibe û metirsîdar be."

- Pêkhate û saziyên enternasyonalîst ên li Rojava Yekemîn Konferansa Enternasyonalîst a Rojava lidar xistin. Di konferansê de nexşeya serdema nû hate diyarkirin.

- Yadê Hezar Neso ya Êzdî bang li civaka xwe kir ku li rêz û rêçikên xwe yên berê xwedî derkevin, heke ew karibin nêzîkî bahweriya xwe bibin, ew ê hewceyî kesekî dî nemînin.

- Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan anî ziman, li qadên Newrozê peyama Rêya 3'emîn a dayin û destnîşan kir ku di heman demê de ji şerê psîkolojîk ê li dijî HDP'ê tê meşandin bersiva herî bi heybet hate dayin.

- Xerîb Huso diyar kir, bi felsefeya Abdullah Ocalan re agirê Newrozê derbasî Rojava bûye û got, sala 2022'an li qadên Newrozê, gelan bi agirê têkoşînê bersiv dan keda 50 salî ya Rêber Apo.

- Nivîskar û çavdêrê siyasî Mesûd Abdulxaliq bal kişand ser xetereya li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Em Iraq, Tirkiye û Îranê weke hêzên dagirker pênase dikin, lê belê gefa esasî hikumeta PDK'ê ye ku dike ku dagirker êrişî statuya Başûr bike."