ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn got, cezayên ku RTUK'ê piştî erdhejê li weşanan birî, hewldana desthilatdariyê ya ji bo nixumandina rastiyan e.

- Ji dilxwazên li Semsûrê Mehmet Karaman got, "Gel tevî her tiştî jî hewl dide bi derfetên xwe li ser piyan bimîne."

- Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya destnîşan kir, divê ew bikin ku nifûsa bajarên erdhejê li cihê xwe bimîne û got, "Pêwîstî bi mekanîzmayên xurt ên qanihkirinê heye."

- Girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê hiştin, nayê dermankirin.