ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir ku wê li dijî êrişên dagirkeriyê bi ser bikevin û got, "Dem dena çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye."

- Ermenên ku beriya 107 salî hatin qirkirin, îro li Qada Şoreşa Rojava ji meclîsên civakî heta bi rêxistiniyên leşkerî di her qada şoreşê de hene. Ermen dibêjin ku şoreşê firsendeke dîrokî daye wan.

- Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Abdullah Ocalan fermana 73'an a li ser Êzidxanê têk bir. Li Şengalê jî bi rêxistiniya xweser bersiva herî mezin ji fermanê û xiyanetê re hate dayin. BEŞA 4'EMÎN

- Fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û diyar kir ku divê her kes wezîfeyên xwe yên demî bi cih bîne, bi taybetî jî ji ciwanên Rojhilatî xwest ku dakevin qadan.

- Komîteya Piştevaniya Kurdistanê êrişên dawî yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re şermezar kir û ragihand ku ew bi gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê re ne.

- Dayikên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji 13'ê Adarê û vir ve di bin ambargoyeke giran a rêveberiya Şamê de ne, bi biryardarî li ber xwe didin û dibêjin: "Em serê xwe li ber kesî natewînin."

- Emîne Bekir li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabû û got, ew ê her tim li ser xeta azadiyê têbikoşin, heta ku ew Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin.