ROJEVA 23’YÊ TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk diqewimin, wê bên şopandin.
- Wê mîtînga Aştî û Civaka Demokratîk a ku îro li Wanê tê lidarxistin û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê beşdar bibe, bê şopandin.
- Merasîmên bîranînê yên ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên ku 23’yê Tebaxa 2024’an hatin qetilkirin, wê bên şopandin.
- Rojnamevan Nîhat Kaya rojnamevan Gulistan Tara ya ku 23’yê Tebaxa 2024’an hate qetilkirin, bi bîr anî û got, ew rojnamevanek bû ku xwe fedayê karê xwe û gelê xwe kiriye.
- Serokê Weqfa Aşitiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku komîsyona di Meclîsê de hatiye avakirin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêya bêçek, bêşer û li ser bingeha hiqûqî fersendeke dîrokî pêşkêş dike.
- Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin û anî ziman ku divê di gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bên avêtin de astengkirina berdana girtiyan jî hebe.
- Çalakiyên xizmên girtiyan û windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, wê bên şopandin.