ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Mihemed Elî; banga serfiraziyê û serhildanê ji hemû gelê Kurd re dike û diyar dike ku êdî dem dema serkeftinê ye.
- Gerîlayên Tevgera Azadiyê ku ezmûnek mezin ji têkoşîna 50’î salî ya azadiyê girt, îro li ber her şert û mercan, çekên qedexe û kîmyayê serketinek mezin bi dest dixe. Gava vê serketinê û qedera şerê azadiyê da guhertin berxwedana Garê bû.
- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyamek ji gerîlayan hemûyan re şand û diyar kir ku şerê "hebûn û azadiyê tê meşandin û got, "Eger em dijmin têk bibin, wê ne tenê li Zapê, di heman demê de li Enqereyê jî têk biçe."
-Yek ji fermandarê Tabûra Ermenana Nûbar Melkonyan: Êrîşa li Qerebaxê ji bo Kurdan çawa xetere be, îro êrişa li Zapê jî ji bo dîasporaya Ermenan xetere ye. Ji ber vê divê em pişta gerîlayan bigirin.
-Dewleta Tirk di sala 2011’an de ji bo helîkopterên Chînook ên ku 60 leşkerên çekdar û 10 ton bar dikare hilgire peyman îmze kir lê ji ber ku maliyeta wê zêde bû kirîna wan taloq dikir. Di sala 2015’an de ji bo kirînê dest bi hewldanan kir.
-Malbatên şehîdên Kobanê êrişên bi hevkariya KDP’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
-Di sedsala dawîn de li ser civaka Êzidî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ‘Ew bingeha tevgera azadiyê ne’ ji qirkirinê heta asîmîlasyonê gelek konseptên îmhakirinê hate ferzkirin.