ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji 1'ê Îlonê û vir ve 65 caran bi çekên giran êriş birin ser Eyn Îsayê. 5 sivîl qetil kirin, 13 jî birîndar kirin. Xisar da gelek mal û zeviyan.

- Şaredariya Rignano Flaminio ya Îtalyayê ku Xelata Welatîbûna Rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasîmekê ev xelat radestî Komîteya Kurd kir.

- NAV-BEL'ê ji bo Şahiya Çanda Kurd ku îsal li Hollandayê tê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

- Parlamentera Partiya Çep Helîn Evrîm Sommer bi bîr xist ku Hikumeta Federal a Elman, li gel qanûna ji bo qedexdkirina tevgera nijadperest a li Elmanyayê ev rêxistin hîn qedexe nekiriye û got, "Divê Hikumeta Elman a Federal dest ji nedîtîhatina rastgiriya tund a Tirk a li Elmanyayê berde û bes biryarên meclîsê bike qurbanê têkiliyên bi hikumeta Tirkiyeyê re."

- Baskê destpêkê yê meşa Zapatistayan ku li pênc parzemînan dane destpêkirin, gihîşte Frankfurtê. Tê payin ku Zapatista vê hefteyê bi Kurdan re hin hevdîtinan bike.