ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hesabê şaş dikin. Civaka Êzidî berxwedan hilbijartiye û di encamê de jî tehma azadiyê kiriye. Wê jiyaneke paşverû qebûl neke. Yekane tişta ku mirovahî li hemberî rastiya qirkirinê bike ew e ku hurmetê nîşanî mafên jiyana demokratîk azad a vî gelî bide.
- Deştî zarokê Efrînê, dilê Helebê, lehengê Kobanê êşa Tebqayê bû. Li Kobanê du lingên xwe ji dest da, lê meşa xwe ya şoreşê dewam kir, heta ku gihîşt hevalên xwe yên ku di kemîneke xayin de bi 13 fîşekan şehîd bûn.
- Arkeologê Îngiliz Layard qala yek ji fermanan kiribû: Êzidiyên ku teslîm bûn jî hatin qetilkirin, nifûsa wan ji çar paran sê par kêm bû. Osmanî her sal seferê dikin; jin û mêr têne kuştin, zarok jî têne firotin. BEŞA 2.
- Endamê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Habîp Eksîk anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê li dijî girtiyan şer ragihandiye û got, girtîgeh kirine qada mirinê, navenda êşkenceyê.
- Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo destnîşan kir ku ji bo civaka azad, demokrasî, ewlehî û aramiya herêmê divê gelên herêmê li ber êrişkariya dagirker a dewleta Tirk rabin.