ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, wezîfeyeke lezgîn e ku pêngava 'Dema azadiyê' li nava civaka Tirkiyeyê bê belavkirin.

Aryena Botan ku sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû û li çiyayên Kurdistanê bû fermandarek, rêyeke ronî û dirêj ji jin û ciwanan re hişt.

Xelkê Colemêrgê ku herî zêde ji sîstema tenduristiyê bêpar têne hiştin, nikarin sûdeke têrker ji xizmeta tenduristiyê werbigirin. Lewma ji bo tedawî bibin neçar dimînin biçin bajarên cuda.