ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bersiv da pirsên ANF'ê.
- Li navçeya Bismilê ya Amedê, dema ku qereqola polîsan dihate hilweşandin, hestiyê mirovan ji binî derketin. Li herêma ku hestî jê derketin bi lez û bez beton hate rijandin. Hestiyên hatin dîtin jî radestî Midûriyeta Park Baxçeyan a Şaredariyê hatin kirin.
- Teolog û dîroknasê Êzidî Osman Çelîk: Navê herêma Sîncarê kevn e û Ereb jî bi bandora vê yekê jê re dibêjin 'Sîngar'. Bi Sumerî û Hûrî 'Sîn' tê wateya heyvê, Sîncar jî dibe 'Girê Heyvê'. -BEŞA 1'EMÎN
- Rojnamevan û parlamenteran diyar kirin ku dewleta Tirk ku şerê Ûkraynayê de bi rola 'navbeynkariyê' radibe, lê di heman demê de êrişî gelê Kurd dike û nerazîbûn nîşanî vê êrişkariyê dan.
- Rojnamevan Zana Welat anî ziman ku gelê Kurdistanê ji dîrokê heta niha bi gelek xiyanetên navxweyî re rû bi rû maye û got: "Neviyên Harpagos jî wê têk biçin."