ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan diyar kir ku di salvegera Komkujiya Mereşê de wê li bajêr çalakiya bîranînê li dar bixin û banga tevlîbûnê li her kesî kir.
- Hunermendên Kurd ku her sal bi hin hincetan lîstik û konserên wan têne qedexekirin, doz li wan tê vekirin… Sala 2021’an jî li gel qedexeyan hilberandina xwe domandin. Ji NÇM'ê Şahîn Dogan got qedexeyan ew ji hilberandinê qut nekirine.
- Malbata girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan (67) got, "Em naxwazin vê êşê bikişînin" û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiya Nobeda Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş tê lidarxistin.
- Bi sedema ku di dema fetisîna li Qenala Manşê 'neketine nava liv û tevgerê' giliyê rayedarên Îngiliz û Fransayê hate kirin.
- NASA teleskopeke nû dişîne fezayê. Ev teleskop wê bikeve şûna Teleskopa Fezayê ya Hubble, ku bi dehan sal in çavê me yê li fezayê ye.