ROJEVA 21'Ê GULANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Parlamenterê Fransayî Thomas Portes işaret bi kêmasiya siyasî û hiqûqî ya li pêvajoyê kir û got, "Aştî û muzakere di nava mercên wekhev û azad de pêk tê. Azadiya Ocalan ji bo paşeroja pêvajoyê gelekî girîng e ku nebe nabe."

Şêniyên Amedê anîn ziman ku dewletê gav neavêtiye, lewma pêvajo xitimî ye û xwestin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û gavên qanûnî bi lez bêne avêtin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û gotin, "Şehîdên gelê Kurdistanê û mirovahiyê ronahiya têkoşîna me ne. Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wan derkevin. Bicihanîna armanca şehîdan erk û wezîfeya me ye."

Li bajarê Kobanê ku ev meh û nîvan e amadekariyên jinûvesazkirin û tamîrkirina patosan ên ji bo rakirina zeviyan destpê kirine. Her wiha welatiyan dest bi çandina bîstanan jî kiriye.

Pir caran mirov ji hest û ramanên xwe yên nepenî re zimanekî nû diafirîne. Lewma dibêjin: "Dema ku gotin qedexe dibin, çav dibin helbest." Portreya Şehîd Bêrîvan (Zînnet Karaaslan).