ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Gelê Kurd ku Newroza îsal weke 50'emîn Newroza Rêbertî û Partiyê pêşwazî dikin, li Kurdistanê û gelek bajarên cîhanê wê pîrozbahiyên mezin li dar bixe.
- Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulistan Gulhat li pîrozbahiya Newrozê axivî û got, "Em ji her demê bêhtir amade ne ku azadiya gelê Kurd û azadiya gelên herêmê misoger bikin."
- Gerîlayên HPG û YJA Starê Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin pîroz kirin.
- Ji Rûspiyên Êzdiyan Xelef Qasim bal kişande ser girîngiya Newrozê ji bo Êzdiyan û got, "Newroz cejna êgir e, agir jî yê Tawizî Melek e. Ji ber vê em dikarin bibêjin Cejna Newrozê cejna Tawizî Melek e."
- Brûsk Amed bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Erkê her kesî ye ku bi ruhê Newrozê xwedî li Rêber Apo derkeve. Lewma divê em sala nû bikin sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
- Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan bang kir ku bi coşa 8'ê Adarê biherikin qadên Newrozê.
- Silêman Êdî di Newroza 1986'an de ji aliyê hêzên Baas ve hatibû qetilkirin. Malbata Silêman Êdî diyar kir ku ew bi xwîna şehîdan gihîştine vê astê.
- Lîderê Partiya Karker a Îngilistanê Keir Starmer anî ziman, ku ji ber nasnameya neteweyî cihêkarî li Kurdan tê kirin û xwest, Newroz bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasiyê ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn.