ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Saziyeke dewletê, komeleyek, cemaetek, weqfeke nêzî dewletê rojên destpêkê li holê tune bûn. Refê xwe diyar kiribûn, lê belê gelan jî refê xwe diyar kiribûn û seferber bûbûn. Çavdêrî ji herêma erdhejê.

- Yek ji gerîlayên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li qada Sîdayê di tunela şer de li ber xwe da Felat Engîn got, "Me biryar dabûn ku berxwedanê heta dawiyê mezin bikin. Me nehişt ku dijmin bi hêsanî qadên me dagir bike, em ê nehêlin."

- Defend Kurdistan ji bo rojên çalakiyê yên navneteweyî banga tevlîbûnê kir ku 6'ê Adarê destpê dike û heta 18'ê Adarê dewam dike.