ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Amed Malazgîrt ji gerîlayên HPG'ê re axivî û got, "Eşkere ye ku em; gel û gerîla em ê bi rengekî mezin li ber xwe bidin û faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin." Malazgîrt anî ziman ku ji destpêka şer ve 62 dagirker hatine kuştin, 7 gerîla jî şehîd bûne.
- Artêşa Tirk ku sala 2021'ê li ser Garê, Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, li berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG/YJA Starê rast hat. Gerîla bi piştgiriya gelê Kurd hewldana dagirkeriyê ku bi teknolojiyê û çekên kîmyewî hate kirin, têk birin.
- Alîkarê Hevserokên Meclîsa Girê Spî Fezea Mihemmed got, êdî dem hatiye ku ji dewleta Tirk re bê gotin 'rawest e'.