ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Çalakvanê mafên mirovan Hadî Nayif Musên Elzibeydî destnîşan kir ku divê li tevahiya Iraqê di navbera pêkhateyan de diyalog çêbibe.
- Tevî ku bi havînê re çalakiyên çand û hunerê dest pê kir, li ser Kurdî qedexe hatin danîn. Di qedexekirinê de zêdegaviyeke welê hate kirin ku stranên bi Kurdî yên li girtîgehan jî hatin qedexekirin.
- Rewşenbîrên ku îlan dan rojnameya Il Sole 24 ORE, ji bo aştî, azadî, demokrasî, aramî û mafên mirovan bang kirin ku PKK tavilê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.
- Parêzer Ekîn Yeter rexne kir ku li dijî girtiyên siyasî yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn, bi beyanên şahidên veşartî jinûve doz li wan têne vekirin û bal kişand ser zext û zordariya li girtiyan.
- Li gorî agahiyan, li girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê êşkence hatiye kirin. Hate ragihandin ku girtiyekê êdî nema karî xwe li êşkenceyê rabigire û hewl da întixar bike.