ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Rizgar Êrsî li pîrozbaniya Newrozê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî û got, "Em hemî deyndarê Rêber Apo ne û bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya wî re em dikarin deynê xwe bidin."

- Hemû amadekariyên ji bo Newroza Binarê Qendîlê li ber qedandinê ye. Çavê her kesî li pîrozbahiya li Qendîlê ye.

- Gerîlayan li Xakurkê di bin berfê de Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin û gotin, "Bi berxwedana Kawayên Hemdem re rejîma AKP-MHP'ê wê hilweşe."

- Endamê Koma Çiya Mehmûd Gulo anî ziman ku wan Newroz û wateya wê bi saya PKK'ê fêhm kirine û got, "Newroz bû xwedî atmosfereke nû. Bi derfetên kêm Newrozeke bi coş hate afirandin."

- Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya Newroz li her kesî pîroz kir û bang li jin, ciwan; gelê Kurd û dostan kir ku her qadê bikin qada Newrozê.

- Têkoşîn ê Brîtanyayî ragihand, piştî ku parêznameyên Ocalan xwend biryar da ku bê Rojava û got, ew xwe ji Rojava dihesibîne.