ROJEVA 2’YÊ GULANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.

- Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa diyar kir ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî Tirkiye ji bo mafê hêviyê gav naavêje û got, ev rewş bêhiqûqiyek sîstematîk e; divê demildest sererastkirinên qanûnî yên pêwîst pêk bên.

- Welatparêzê bi navê Şêx Omer ê ku şahidiya şehadeta pêşengên PKK’ê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn kiriye, qala wan rojan kir. Şêx Omer anî ziman ku armanca Karasungur û Bîlgîn ew bû ku navbera partiyên Kurdan yekîtiyê çêbikin.

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan wê bên şopandin.

- Kedkarên ku di 1’ê Gulanê de derketin kolanan daxwazên xwe li dijî mêtina kedê, krîza aborî ya kûr dibe û bêewlehiyê anîn ziman û diyar kirin ku divê dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd gavan bavêje.

- Gazîtî ew rastî ye ku şopa şehadetê, her roj bilindahiya şehadetê bi xwe re hildigire, dijî û dide jiyîn. Zehmetiyên wê, dijwariyên wê, di her gava wê de têkoşîna ku pêwîst dike gazî ji her kesî pirtir dizanin, lewra dijîn. (LEYLA AMÛDÊ)