ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hejmara meha Adarê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta “Bi 50. Newroza Rêbertiyê re gel ber bi azadiyê ve dimeşe” hate weşandin.

-Endamê PM'ê yê HDP'ê Ozgur Zeydanoglû, diyar kir ku plana hilweşandinê ya di Cotmeha 2015'an de hatibû amadekirin, di Newroza 21'ê Adara 2022'an de hilweşiya û got ku encamên xebatên partiya wan ên ji bo avakirina sîstema demokratîk a li Tirkiye û Kurdistanê weke Rêya Sêyemîn, wê gelekî mezin bin.

-Silêman Hemkê Delî ku di sala 1994’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî got, “Rêber Apo mirovên mirî vejîne. Wî fersend pêşkêşî gelê ku li ser nivîna mirinê bû da ku di nefesa xwe ya dawî de bijîn."

-PAJK: Em 73’emîn rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê, di serî de li Rêberê xwe, li gelê Kurd, jinan û ciwanên Kurd û li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. 4’ê Nîsanê, roja mizgîniya ji nûve hebûn û vejîna gelê Kurd e, roja afiradina jiyana azad û evîna jinên Kurd e.   

-Endama Konsyea Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk di Medya Haber TV’yê de pirsên Gulan Botan bersivand û got “Ji bo gelê Kurd piştî 4’ê Nîsana 1949’an dîrokeke din dest pê dike.”

-Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum sererastkirina nû ya mewzûata hilbijartinê nirxand û diyar kir ku ji ewlekariya hilbijartinê heta temsîliyeta partiyên biçûk gelek guman hene.