ROJEVA 2'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
- Leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê dibin hedefa çalakiyên xurt ên gerîla. Hêzên PDK'ê ji bo artêşa Tirk a dagirker biparêze, li sê nuqteyên cuda baregehên leşkerî çêkir.
- Şengal piştî ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin û xweserî lê misoger bû, di nava 6 salan de bi destê MÎT û îstîxbarata PDK'ê gelek êrîş lê hatin kirin. Berxwedana Şengalê û israra wê ya li ser xweseriyê dewam dike.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi Konfederalîzma Demokratîk a li derveyî dewletê ye ku xwe dispêre xweseriya demokratîk û got, "Ji bo me rêya çareseriyê ye."
- Koordînasyona PAJK'ê têkildarî şehadeta Raperîn Amed daxuyaniyek weşand û got, "Hevrê Raperîn wê ti carî neyê jibîrkirin. Ji bo me wê bibe hinceta bilindkirina têkoşînê û hesabpirsîna ji dijmin."
- Wekîlê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî got, "Dibe ku AKP rê li ber koça hilbijêran veke. Ji bo Kurd, Elewiyên li herêma erdhejê warê xwe biterikînin, dibe ku polîtîkaya xalîkirina ji mirovan bimeşîne."
- Ji Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî got, "8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedanê ye. Her roja me berxwedan e, her roja me 8'ê Adarê ye. Em ê bi vî ruhî li qadan bin."