ROJEVA 2’Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Endama Koneya Biryargehê ya YJA Starê Jînda Ronahî got “Berxwedana li dijî dewleta NATO’yê, ku bi mehan li tûnelên biçûk domkirî ne jirêzê ye, bal kişande ser vîn û baweriya gerîlayan.”
-Rêvebera Komeleya Rosayê Parêzer Berfîn Polat got “Armanca AKP-MHP'ê ne ev e ku pêşî li tundiya li ser jinê bigirin lê dixwazin pêşî li hevberdanê bigirin.”
-Piştî ku Dîwana Dadê ya Ewropayê hincetên ku PKK di nav lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ de tê hiştin, kêm dît, Yekîtiya Ewropayê çare di lîsteya DYE’yê û Ingilistanê de dît.
-Erdîş a ku di warê nifûsê de navçeya herî mezin a Wanê ye, bi desteserkirina qeyyûm re bûye wekî gundekî mezin. Navend û tax kavil bûne, rê û kolan jî di nav heriyê de mane.
-Pêşangeha ‘Destê me li ser newqa me’ ya Asli Filîz li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê bi resepsîyonekê dest pê kir.