ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata got, bi rêya tecrîdê hewl tê dayin ku Tevgera Kurd bê tasfiyekirin û Kurd bêne qirkirin.

- Gerîlayê HPG'ê Devrîm Garzan qala berxwedana dîrokî ya li tunelên şer kir û destnîşan kir ku artêşa dagirker hefteyekê nekarî xwe nêzî tunela berxwedanê bike.

- Havîn Kiye sala 2011'an li Wanê di erdhejê de xanî û kesên ji malbata xwe ji dest da. Erdhejzede Kiye ji bo alîkariyê bi erdhejzedeyan re bike hat Semsûrê.

- Di rojên tarî yên Komploya Navneteweyî de siyasetmedara Rûs Galîna Starovoytova hate qetilkirin. Medya Tirk ev kuştin bi sernavê 'înfaza dosta Apo' ragihand.