ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku wê şer li her qadê belav bikin, bigihînin metropolên Tirkiyeyê û got, eger PDK jî bi rengekî çalak tevlî şer bibe, wê li Başûr jî belav bibe.
- Hesen Koçer anî ziman, armanca ambargoya rêveberiya Şamê ya li ser herêma Kurdan a li Helebê ew e ku "Îradeya gel bi birçîbûnê bişikînin û teslîm bigirin." Koçer got, "Ev siyaset wê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe."
- Mihemed Seîd ku salên 1980'î Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir, anî ziman ku Şoreşa Rojava ya ku bi paradîgmaya PKK'ê ava bûye, têk naçe û got, "Rêber Apo û PKK'ê tarîtî veguherand ronahiyê. Ev tevger wê têkoşînê bi ser bixîne."
Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û ev tespît kir, "Yên ku bi dewleta Tirk re ne, wê zerara herî mezin bibînin. Wê ast û hêza xwe ya li Kurdistanê ji dest bidin."
- Dayika Nazê ku pîşeyê dayika xwe nîv sed sal e dike, bi hatineya ji karên destan werdigire hem debara xwe dike hem jî li 6 neviyên xwe dinihêre.