ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 2013’an heta bi 2015’an li Newrozê tevna aştiyê danî. Destnîşan kir ku pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn siyaseta demokratîk e.
-Endamê Konseya Hevseroktiya PYD'ê Aldar Xelîl bang li gelên herêmê kir ku di sala 50'î ya Newrozê de serfiraziya azadiyê geş bikin û got, ''Em bi rihê berxwedanê yê Mazlûm Dogan agirê serfiraziya azadiyê geş û gur bikin.''
-Hunermenda Kurd Bermal Çem bi boneya Newrozê strana “Bajarê Newrozê” derxist û got: “Ez vê berhemê diyarî şehîdên, kîngê azadiya Kurdan kete xeterê agirê Newrozê bi bedenen xwe gur kirin, dikim.”
-Hevserokê DBP’ê yê yê Amedê têkilî Newroza Amedê ya 21’ê Adarê got,’’Newroza îsal wê bibe agirê berxwedan û serkeftinê.’’
-Suleyman Ihtîyatoglu got beriya salên 80’yî agirê Newrozê li giran dihate pêxistin, piştre li taxan û piştî salên 90’î jî bûye çalakiyên mezin.
-Kurê Emîra Fuat ku yek ji Êzdiya Efrînî ye, 18’ê Adara 2018’an ji hêla dagirkeran ve hate qetilkirin. Emîra ya ku roja Newrozê kurê xwe sparte axê, li Şehbayê li ber xwe dide, bi hêviya vegera li Efrînê ye.
-Wê pîrozbahiyên li Kurdistan û derveyî welat werin şopandin.