ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmênw Parastinê yên Medyayê û bûyerên pê ve girêdayî wê werin şopandin.
- Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku li Zapê li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke bê hempa heye û bi saya vê berxwedanê hesabên dijmin pûç bûne.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku di felaketa erdhejê de dewlet li Tirkiyeyê têk çûye û got ku hikûmeta AKP’ê bi rêbazên şer ên taybet hewil dide ku rastiyên têkildarê erdhejê veşêre.
- Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan got ku tevî ku 13 roj bi ser erdhejê ketine, ji ber ku xebata lêgerîn û xelaskirinê têr nehatiye kirin bi hezaran kesan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye.
- Nîhat Sonmez ku 13 roj in hewil dide bira û biraziyê wî di bin kavilê avahiyekê de ne ku du sal in ji aliyê Şirketa Avahîsaziyê ya Rendeyê ve hatiye çêkirin, bên derxistin, got: ”Ez bi tenê dixwazim ku bigihîjim cenazeyên xwe.”
-Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, serê mirov 50 hezar xercerê da xebatkarên xwe lê serokên daîreyan û 480 xebatkar, ji xeynî danîna xwaringehê bêyî tu alîkariyeke din bikin, vegeriyan.
- Wê li gelek navendên Tirkiye û Kurdistanê, çalakiyên xizmên wendayan bê şopandin.