ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku jinên Kurdistanê bûne Newroz, lewma hêza kesî têrê nake ku agirê azadiyê vemirîne.

- Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman, ku Efrîn birîneke ku ti carî ji rojeva wan dernakeve û got, "Em ji bo rizgarkirina Efrînê dixebitin û xwe birêxistin dikin."

- Endamê KODAR'ê Farhad Pawe Newroz li gelên alîgirê azadiyê hemûyan pîroz kir û ev bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir, "Bi ruhê Newroza Amedê û ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin."

- Dîroknas Nick Brauns ragihand ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd derfetê jiyanê dide çandên cuda û gelan û got, "Fikrê Modernîteya Demokratîk sîstemeke ku dikare ji bo gelên Ûkraynayê jî bi cih were anîn."

- Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li herêma Metînayê Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin. Gerîlayan gotin, bi hatina Newrozê re ew xwe ji bo pêngavên nû amade dikin.

- TJK-E'yê Newroz li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got, "Em biharbûna jinê ya ku bi 8'ê Adarê re dest pê kir bi Newrozê re bikin biharbûna gelan."

- Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk Efrîn kiriye navenda qirkirina Kurdan û anî ziman, ji dema dagirkirinê û vir ve herî kêm 676 sivîl hatin qetilkirin, 8 hezar û 328 kes jî hatin revandin.

- Kurdên li Belçîkayê wê Newrozê 26'ê Adarê li Leuvenê pîroz bikin. NAV-BEL'ê ji bo pîrozbahiya li Houvelhofpark 3010 Kesel-Lo banga tevlîbûnê kir.

- Hozan Kawa ku strana 'Newrozê' nivîsî bang kir ku di vê Newrozê de tevahiya gelê Kurdistanê rabe ser piyan û bi coşeke mezin tevlî pîrozbahiyan bibin.