ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmênw Parastinê yên Medyayê û bûyerên pê ve girêdayî wê werin şopandin.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê diyar kir ku gelê Kurd ê Elewî yê ku erdhejê bandor li wan kiriye, divê haya wan ji planên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk hebin û bi vê têgihiştinê cih û warê xwe neterikînin.
- Gerîlayên ku di bin fermandariya Şoreş Beytuşşebap de kampa êsîran a li Siyanê parastin, mohra xwe li serdemekê xistin. Bilindahiya îradeya mirovên azad bi têkbirina dewleta Tirk raxistin pêş çavan.
- Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî got, ji ber bêplaniya dewletê, redkirina rastiya zanistî û polîtîkaya bêrêxistin hiştina gel, erdhej veguherî felaketê.
- Parlamenterê HDP'ê Saît Dede ragihand, ku rewşa li Semsûrê gelekî metirsîdar û giran e û got, ji sedî 80 ê bajêr hilweşiya ye.
- Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli bang li gelê Kurdistanê kir: Werin em dest bidin hev, mirovên me nekin hewcedarê vê dewleta zalim. Li Ewropayê du-sê milyon Kurdistanî hene. Her yek 10 euro bide, em ê wê derê ji nû ve ava bikin.
- Şêniyên Kerkûkê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûne û êdî divê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.
- Xoşnav Ata ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bi mehan e çalakiyê dike, bi rayedarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtin kir.