ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Li Şehbayê ku ji ber ambargoya li çar aliyan sotemenî û madeyên xwarinê bi buhayekî gelekî zêde tê firotin, xelk dibêje "Ji bo pûçkirina vê konsepta tunekirinê em amade ne bi her awayî têbikoşin."

- Krîza aboriyê û buhayê zêde kir ku mirov çandiniya şexsî bikin. Ekonomîst ê xwecihî Aydin Turkoz diyar kir ku cihê hêviyê ye, ku mirov bi hêz û aboriya xwe çandiniyê dikin.

- Partiyên siyasî û rêxistinên kedê bi nêzîkbûna 1’ê Gulanê re bi daxwazên zêdebûna heqdestan, azadiya çapemeniyê, çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û naskirina mafên sendîkayan wê dakevin qadan.

- Xaziyên Berxwedana Serdemê diyar kirin, ku hêz û moralê xwe ji gelê xwe werdigirin û destnîşan kirin ku heta vegera li Efrînê ew ê li ber xwe bidin.

- Sîrwan Kanat ku ji zarokatiyê ve dilê wî li ser şano bû û herî dawî bi hêz û hewldanên xwe li nava şanoyê rastiya xwe û civakê dît, hewl dide bi derfetên xwe şanoya Kurdî pêş bixe.