ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Li Amedê, Platforma Saziyên Demokratîk wê li ser Mafê Hêviyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Koma Wekîlên Jin a Meclîsê wê saet di 13:30'î de li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar bixin.

Ji fermandarên berê yên FARC'ê Yezid Arteta Dávila bal kişand ser tecrûbeya Kolombiyayê û got, pêwîstî bi çarçoveyeke hiqûqî heye ku karibe di dema herî kurt de çareseriyê hilberîne.

Derhêneran bal kişandin ser rol û mîsyona huner û sînemayê ya di pêvajoyên aştiyê de û gotin, "Divê huner ji bo aştiya civakî hilberînê bike; divê hunermend di her warî de piştgiriyê bidin pêvajoyê."

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bi polîtîkayên ewlehiyê nikare bimeşe, mafên bingehîn nikarin bi şert û mercan ve bêne girêdan û got ku mutabakata civakî û gavên baweriyê yên hevdu, zemîna bingehîn a pêvajoyê ne.

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Veysî Ulgen bal kişand ser pirsgirêkên xizmeta tenduristiyê û got, newekheviya li sîstema tenduristiyê giran bûye.