ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, serdema Newrozê ya hemdem ku beriya niha bi 50 salî dest pê kir, gelek tişt da gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û got, "Di sala 50'î ya Partî û Rêbertî de weke danheviya van nirxan divê Newroz gelekî bi xurtî bê pîrozkirin û sala 50'î bibe sala hilweşandina faşîzmê, misogerkirina azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd."
- Gerîlayên YJA Starê Darsîn Amed û Hesret Dilgêş cejna Newrozê pîroz kirin û ragihandin ku wê Dehaqên vê serdemê bi têkoşîna xwe têk bibin.
- KCDK-E xwedî li kampanya ji bo derxistina PKK'ê ya ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derket û vê kampanyayê bi Newrozê re digihîne asteke hîn bilind.
- Newroza ku li Rojava bi pîknîkê dihate pîrozkirin, ji sala 1985'an û pê ve derbasî qadan bû. Êdî li qadan ji aliyê bi sed hezaran kesî ve tê pîrozkirin. Şemsîxan Gulo qala guhertina Newrozê ya bi PKK'ê re kir.
- Gelê Kurd di Newroza 2006'an de bi gotina 'Rêber Apo îradeya min a siyasî ye' komploya navneteweyî pûç kir. Di Newroza 2022'an de jî bi gotina 'Azadî ji Rêber Apo re' wê komploya navneteweyî bi temamî têk bibe.
- Gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku Tevgera Azadiyê gel hemû hembêz kir û bû hêvî.
- Nobeda Azadiyê ku di sala dehemîn de bi biryardarî dewam dike, ji aliyê jin ên endamên TÊKO-JIN'ê ve dewr hate wergirtin. Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Têkoşîna jinan wê azadiya Rêber Apo misoger bike."
- Mazlûm Dogan 21'ê Adara 1982'an, li dijî zilm û zordariya zindana Amedê bi pêxistina sê darikên kîbrîtê bû Newroz û kawayê serdema nûjen. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan wê ev agirê Newrozê dewr bigirtana.