ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel Amed Malazgîrt li Zagrosê di pîrozbahiya Newrozê de ji gerîla re axivî û got, dibe ku pêvajoyeke ji sala derbasbûyî zehmettir dest pê bike, amadekariyên wan jî li gorî vê yekê ye.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn got, "Ruhê berxwedanê yê ku jinan di 8'ê Adarê de nîşan dan, divê bandorê li Newrozê jî bike."

- Gerîlayan anîn ziman ku konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk tê zanîn, gel jî li gorî vê yekê li ber xwe dide û gotin, "Em ê jî bi ruhê Newrozê vî şerî bi ser bixînin."

- Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir, divê gelê Kurdistanê dersê ji Helebçe, Enfal û Şengalê werbigire, naxwe wê komkujî dewam bikin û got, "Kî bi destê dijmin bigire ew şirîkê komkujiyan e."

- Efrîniyan bi bîr xistin, ku beriya 4 salan dema ku dewleta Tirk li Efrînê komkujiya sivîlan dikir cîhan bêdeng ma û got, "Berxwedana me wê dewam bike. Rêberê me wê azad bibe û em ê li Efrîn a rizgarbûyî vegerin."

- FCDK-KAWA ji bo Newroza Vejînê ya 50'emîn, ku wê bi pêşengiya federasyona wan li Elmanyayê bê pîrozkirin, banga tevlîbûnê kir.

- Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê Kadîr Şahîn diyar kir ku ew ê Newroza îsal bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' pîroz bikin û 20'ê Adarê li navenda Colemêrgê, 21'ê Adarê jî li Gever, Şemzînan û Çelê pîroz bikin.