ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

ROJEVA 15’Ê HEZÎRANÊ

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Çalakiyên protestoyî yên piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, wê bên şopandin.

-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

-KCDK-E’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û banga xurtkirina piştevaniyê kir.

- Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku berxwedana li Colemêrgê divê veguhere têkoşîneke mezin a demokrasî û azadiyê ku her kesê di nava xwe de bigire û got ku destkeftiyên vê têkoşînê jî wê mezin bin.

- Li wî cihî, di wê gurahiyê de li ser textikan alên PKK û YJA Starê hatibûn neqandin, dibe ku nirxê herî mezin ê ji mirinê hatiye dizîn; rewşa herî şênber a berxwedan û mirovbûnê nîşan dide. (LALEŞ RÊNAS)

- Rojnamevan Yucel Ozdemîr diyar kir ku yek ji sedemên rabûna rastgirên tundrew ên li Ewropayê ji ber qelsiya çepgiran e û tevgereke protestoyî xuya nake.