ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Komîteya Navendî ya PKK'ê Danezana Sala 50'î weşand. Di danezanê de hate gotin, "Em bang dikin ku sala 50'î ya Partî û Rêbertî veguherînin sala herî mezin a têkoşîn û serketinê."
- Ji fermandarên HPG'ê Bêzar Semsûr anî ziman ku Newroz ne tenê pîrozbahiyeke bi agirê şahiyê ye û got, "Newroz ji aliyê felsefî, îdeolojîk û civakî ve banga li me ye. Newroz ji bo me jinûve vejîn e. Gelê me divê biherike qadên Newrozê."
- Gerîlayên HPG û YJA Starê Cejna Newrozê li gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin û destnîşan kirin ku ew ê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, ji bo vê jî têkoşînê mezintir bikin.
- Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Tûncer Saginç bang li xelkê Wanê kir ku 20'ê Adarê roja Yekşemê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe.
- Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê duyemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê wê di navbera 24-29'ê Adarê de pêk bîne.
- Hevseroka Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatma Omer got, di dema şer de li şûna terikandina xak û gelê xwe, wê şer tercîh kiriye, lewma tevlî nava YPJ'ê bû. Fatma Omer destnîşan kir ku bi vê yekê re wê jiyan bi wate kiriye.