ROJEVA 14'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku komploger negihîştine armanca xwe, lê têkçûn jî qebûl nekirine û zîhniyet/siyaseteke cuda dananîne ber xwe. Kalkan got, sîstema dîlgirtinê armanca dualî ya zext û êşkenceya li ser Ocalan e.
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, li ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji Çira TV re axivî.
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk tevlî bernameyeke Medya Haber TV bû û li salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand.
- Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê û got, hem muxalefeta li meclîsê hem jî muxalefeta civakî divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixin rojeva xwe.
- Hevseroka OHD'ê parêzer Îlknûr Alcan anî ziman ku hiqûqa taybet a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li dijî qanûnên Tirkiyeyê bi xwe ye û ragihand ku bi vê yekê re hêviya aştiyê tê tunekirin.
- Gerîlayên HPG'ê gotin, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin negihîşt armanca xwe û destnîşan kirin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe wê azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bikin.
- Gerîlayên YRK'ê Şahîn Agirî û Tolhildan Çilçeme diyar kirin ku li dijî komploya navneteweyî wê Tevgera Azadiyê ya Rojhilat xurtir bikin û bi vî rengî têbikoşin.
- Çalakiyên şermezarkirinê yên bi wesîleya salvegera 23'an a komploya navneteweyî têne lidarxistin wê werin şopandin.