ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Komîteya Navendî ya PKK'ê diyar kir ku Newroza 2022'an destpêka sala pêncî ya danîna hîmên bingehîn ên PKK'ê ye û got, "Em bang li gel û dostên xwe dikin ku her roja sala nû bikin mîna Newrozê."
- Gerîlayên ku Kurdistanê li dijî dagirkeran diparêzin, gotin "Îsal wê bibe sala serketin û azadiyê ya gelê me" û destnîşan kirin ku divê di şerê man û nemanê de gel û gerîla bibin yek, bi ruhê Newrozê tevlî pêvajoyê bibin.
- KCDK-E'yê bernameya çalakiyên Newrozê yên li gelek welatên Ewropayê eşkere kir û ev bang kir, "Bi ruhê yekîtiya neteweyî em Newroza 50'emîn bikin Newroza azadiya Rêber Ocalan û Kurdistanê."
- Li Brîtanyayê wê bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' di serî de li London, Liverpool û Edinburghê di navbera 19-27'ê Adarê de li gelek bajaran wê Newroz were pîrozkirin.
- Hevseroka Şaxê Amedê ya OHD'ê Parêzer Ozum Vûrgûn anî ziman ku êriş li dijî jinên Tirkiyeyî têne kirin, lê belê li hemberî jinên Kurdistanê polîtîkayeke şer a taybet û cihê tê meşandin, ev polîtîka di darizandinan de jî tê dîtin.
- Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Bengîn Elî ku ji ber nexweşiyekê astengdar bû, wiha got "Astengiya fîzîkî ti carî li pêşiya min nebû asteng."