ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji ber ambargoya rêveberiya Şamê, ji 13'ê Adarê û vir ve taxa Şêxmeqsûdê bênan hatiye hiştin. Ambargo nikarin rêveberiya xweser lawaz bike û gel teslîm bigire, lê belê siyaseta neçareseriyê Sûriyeyê dixe metirsiyê.

- Xwişka gerîla Dersim ku li Heftanînê ji aliyê hêzên PDK'ê ve şehîd hate xistin, Lutfiye diyar kir ku xiyanet dewam dike, lewma êşa wan hîn jî teze ye.

- Felah Salah Abdullah got, "Hêzên li Başûrê Kurdistanê xeyala yekîtiyê binax kirin" û diyar kir ku ji bo derketina ji krîza heyî jî îradeyek nîne. Her wiha destnîşan kir ku eger hevsengî neyê afirandin wê zerareke mezin li Başûrê Kurdistanê bibe.

- Ezdatî her qada avabûna cîhanê weke cejnê pîroz dike. Yek ji van jî Çarşema Serê Nîsanê ye.