ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beriya Newrozê peyameke nivîskî weşand û got, "Em bawer dikin ku vê Newrozê jî wê gelê Kurd dakeve qadan, Newrozê bi coş û berxwedaneke mezin pîroz bike û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din bi xurtî nîşan bide."
- Beşdarên Konferansa 2'emîn a Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn gotin, "Divê gelê Kurdistanê xwedî li çanda xwe derkeve. Ji ber ku xwedîderketina li çandê parastina xakê ye."
- Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir, hikumeta Şamê bi derewa 'gelê Kurd dixwaze Sûriyeyê parçe bike' hewl dide şer bixe nava gelan û got, di polîtîkaya înkar û sorkirinê de israr dike.
- Intersendika li bajarê Zaragoza yê Spanyayê kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist. Nûnerên Kurdan û Polisario jî li kongreyê axivîn. Di kongreya Intersendikalê de qala sûcên Tirkiyeyê hate kirin.