ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû anî ziman, girtîgehên Tirk zêdeyî kapasîteya xwe dagirtî ne û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Gergerlîoglû got, mirin li girtiyan tê ferzkirin.
- Dayik û birayê Telcî Hamo ku ji aliyê dagirker ve şehîd hate xistin, wiha axivîn "Kezeba bi hezaran dayikên Kurd şewitandin. Cenaze jî nedan."
- Li gorî Banka Cîhanê, Ûkrayna ji ber şerê hegemonyayê dibe ku nîvê aboriya xwe ji dest bide.
- Hewldanên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo endametiya NATO'yê, ku piştî destpêkirina şerê hegemonya yê li Ûkraynayê ketin rojevê, dibe ku di nava çend mehan de bi encam bibin.
- Barana meteor a Lyrids û Heyva Pembe vê hefteyê wê hem li DYE'yê hem jî li Ewropayê bi şev ezmanan bixemilînin.